Barcelonayê roja yekşemê, di tûra 29'emîn a Lîga Futbolê ya Spanyayê de, astengiya mêvanê xwe Rayo Vallecano bi serketina 1-0 derbas kir.
Maç şahidî kelecanek mezin kir lê di encamê de tenê golek di xuleka 24'emîn hat avêtin.
Ew jî ji hêla lîstikvanê taxima Barcelonayê Ronald Araujo ve perdeya golan vekir.
Taxima Barcelona niha di serê tabloyê de bi 73 puanan cih digire, li pêşiya Real Madrîd ku bi 66 puanan di rêza 2emîn de ye.
Di heman demê de Rayo Vallecano bi 32 puanan di rêza 14'emîn de dimîne.
Real Madrid mêvanê xwe Atletico Madrid bi 3-2 têk bir
Li aliyek din jî maça di navbera taxima Real Madrîd û Atletico Madrid bi encama 3-2 qediya.
Ademola Lookman di xuleka 33'an de ji bo Atletico skora maçê vekir, lê Vinicius Junior di xuleka 52'an de ji penaltiyê gol avêt û encam wekhev kir.
Valverde di xuleka 55'an de Real Madrîd xist pêş, lê lîstikvanê taxima mêvan Molina di xuleka 66'an de golek avêt û encam dîsa wekhev kir.
Piştre Vinicius Junior serkeftina Real Madrid misoger kir, di xuleka 72'an de gola 3'emîn avêt.
Piştî ku Valverde di xuleka 77'an de bi kerta sor ji qadê hate derxistin, tîma malê maç bi deh lîstikvanan bi dawî kirin.
Bi vê serkeftinê Real Madrîd bi 69 puanan di rêza 2'emîn de ye di heman demê de Atletico Madrid bi 57 puanan di rêza 4'emîn de dimîne.
Ji bilî van maçan du maçên din jî hatin lîstn, ew jî wiha ne:
Celta Vigo - Alaves : 3 - 4
Athletic Bilbao - Real Betis : 2 - 1