Tîma neteweyî ya Îngilîstanê ya Jinan, kûpa Ewrûpa ya Jinan bi dest xist.
Duh maça fînal a kûpa Ewrûpa ya Jinan bû, ev maç di navber Tîma neteweyî ya Îngilîstanê û Îspaniya de pêk hat.
Tîma Îspaniya gola yekem di xuleka 25an de, bi riya lîstokvana xwe Maryona kaldîntî anî û Nîva yekem bi vî encamê bi dawî bû.
Tîma Îngilîstanê bi hêz derbas nîvî duyem bû, di xuleka 57an de, lîstokvanê Înglîstanê C. Kelly gola wekheviyê anî.
Encam bû 1-1 û wiha dema resen ya maçê bi dawî bû.
Her du tîm derbas dewreyên lê zêdekirinê bûn, lê her du tîman tu gol ne anîn û derbasî penaltiyan bûn.
Di dawiyê de, Tîma neteweyî ya Îngilîstanê bi encama 4-2 bi ser ket û kûpa Ewrûpa ya sala 2025an bi dest xist.
Êrîşkara Spanî Ester Gonzalez bi çar golan golkarê herî baş ê turnuvayê bû û Aitana Bonmati ya Spanî xelata lîstikvana Salê ya turnuvayê wergirt.
Lîstikvana Îngilîzî ya 19 salî Michelle Agyemang Lîstikvana Ciwan a Herî Baş a turnuvayê hat hilbijartin.
Tîma neteweyî ya Îngilîstanê ev cara duyemîne ku vî kûpayê bi dest dixe.