Serokê FIFA'yê Gianni Infantino piştî civîna rêveberiya FIFA'yê rave kir ku ew ê daxwaza Îranê ya veguhestina sê maçên qonaxa komê yên tîmê di Kûpaya Cîhanê de.
Ku ji bo Hezîrana bê hatiye plankirin, ji Dewletên Yekbûyî bo Meksîkayê qebûl neke.
Infantino di derbarê vê bûyerê de axivî û got: "Pêşbirk, dê ji hêla Dewletên Yekbûyî, Meksîka û Kanada ve were mazûvan kirin."
"Dê li gorî bernameya ku di Kanûna borî de hatibû ragihandin pêk were."
Infantino berdewam kir: "Bernameyek Me heye û em dixwazin ku Kûpaya Cîhanê di wextê xwe de pêk were"
Serokê FIFA'yê Gianni Infantino wiha dawî li axaftina xwe anî: "FIFA nikare nakokiyên jeopolîtîk çareser bike."