Real madrid û Bayren Munich îro tên beramberî hev

Real Madrîd di maça yekem a çaryekfînala Lîga Şampiyonan de, îro mazûvaniya Bayern Munich dike. Di heman demê de Arsenal û Sporting jî îro tên beramberî hev.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Real Madrîd di maça yekem a çaryekfînala Lîga Şampiyonan de ku dê li stadyuma Santiago Bernabeu were lîstin mazûvaniya Bayern Munich dike.

 

Real Madrîd piştî şikestina xwe ya navxweyî li stadyuma Real Mallorca, ku rê da şampiyonên heyî û lîderên lîgê Barcelona ku di lîga Spanyayê de bi ser bikeve, dixwaze bi alîgirên xwe re lihevhatinekê bike.

 

Bayern Munich bi vegera lîstikvanê xwe yê stêrk Harry Kane bo rahênanên tîmê, beriya maça li dijî Real Madrîd, moralên wî gelek zêde bûn.

 

Îro di saet 22:00'an de, maça Real Madrid û Bayern Munich bi awayekî zindî û bi taybetî li ser bein Sports 1 dê were temaşekirin.

Arsenal û Sporting dê îro li hemberî hev maçekê bilîzin

 

 

Li aliyekî din jî du taximên din dê îro werin beramberî hev.

 

Arsenal û Sporting, dê îro li stadyuma Estadio Jose Alvalade bi beşdarbûna nêzî 50,000 temaşevanan werin beramberî hev.

 

Maç di saet 22:00'an de dê were lîstin, li gorî ku hatiye diyarkirin her du taximan bi awayekî xurt amadekariyên xwe ji bo vê maçê kirine.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye