Komeleya Parastin û Pêşxistina Zimanê Kurdî (Kurdî-Parêz), li Dîlokê ji bo pêşxistin û gihandina zimanê zikmakî ji nifşên paşerojê re hat avakirin.
Hevserokê Kurdî-Parêzê Abdurrahman Yalin, li ser armancên damezrandina komeleyê û girîngiya zimanê dayîkê daxuyanî da.
Yalin: Qedexekirina zimanê Kurdî nayê qebûlkirin
Yalin, diyar kir ku di vê qonaxê de, ziman û nasnameya Kurdî bi qedexeyan re rû bi rû maye û got:
"Sozek ji bo welatekî hevpar û jiyaneke hevpar hat dayîn, lê paşê zimanê Kurdî hat paşguhkirin. Îro, dema ku Îngilîzî, Fransî û Almanî li dibistanan tên xwendin, qedexekirina Kurdî, zimanê kevnar ê van axan, nayê qebûlkirin."
Abdurrahman Yalin ev yek jî anî ziman:
"Dengê gelekî zimanê wî ye. Ger hûn zimanê wî û dengê wî tune bikin, hûn wî gelî ji dîrokê didin der. Ger ziman tune be, nasname tune ye."
Hevserokê Kurdî-Parêz`ê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser astengiyên ku li pêşiya pêvajoya perwerdehiyê derdikevin û wiha berdewam kir:
"Dibe ku şert û merc û çavkanî têrê nekin ku di heman demê de ji bo sed hezaran kesan perwerdehiyê peyda bikin, lê em hişmendiyê diafirînin.
Mamosteyên me yên jêhatî hene. Em amade ne tax bi tax, mal bi mal, li gorî daxwazê jî xebata xwe berfireh bikin."
Yalin: Divê zimanê Kurdî weke zimanekî fermî were dîtin
Di dawiyê de hevserokê Kurdî-Parêz`ê Abdurrahman Yalin, diyar kir ku divê dewlet heman hesasiyeta li ser mafê zimanê zikmakî nîşan bide û wiha qedand:
"Çawa ku Tirkî wekî zimanekî fermî yê perwerdehiyê tê dayîn, divê zimanê Kurdî jî wekî zimanekî fermî yê perwerdehiyê were naskirin.
Ev erka sereke yê dewletê ye. Berpirsiyariya hemû gelê me ye ku vê gavê berfireh bikin û asîmîlasyonê rawestînin."