70 pirtûkên nû ku ji weşanxaneya Şilêr derketine dê îsal di Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a 9’emîn de ku li bajarê Qamişloyê wê were lidarxistin wê bigihije xwînerên xwe.
Hin pirtûkên Kurdî ku hatine çapkirin ev in:
"Hêlîna Şoreşê" - Ridwan Nesrî
"Awazên Miştenûrê" - Nîvyana Mislim
Hin pirtûkên Erebî jî ev in:
"Trêna Efrînê" - Beraa Hisên
"Çiya û Çek" - Ewildîrêj Cîmis
Weşanxaneya Şilêr ku di 4'ê îlona 2025'an de navê xwe kir Weşanên Şilêr, di sala 2017'an de ji aliyê Komîteya Wêje ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve, li bajarê Qamişloyê yê kantona Cizîrê hat vekirin.
Ji 2017'an heta 2025'an, bi zimanên kurdî û erebî 930 pirtûk derxistine.
Weşanxaneya Şilêr di 2025'an de beşên werger, zarokan, kafê û pirtûkxane jî vekirin.