Komxebata Sînemaya Kurdî, ji hêla Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn ve li Navçeya Yenîşehîrê ya Amedê tê lidarxistin.
Komxebat bi rêzgirtinekê ji bo sînemagerên mîna: Halîl Dag, Haci Lokman Bîrlîk, Sirri Sureyya Onder, Taha Kermî, Mehmet Aksoy, Mensur Kerîmyan, Mazdek Ararat, Hakan Tezel û Kadîr Înanir ku wefat kirine, dest pê kir.
Aram Dildar axaftina vekirinê kir, destnîşan kir ku sînemaya Kurdî bi pirsgirêkên girîng re rûbirû ye û diyar kir ku hilberîna fîlman bi zimanê dayikê û rêxistina saziyan rojeva sereke ya komxebatê ye.
Di komxebatê de, ku li pişt deriyên girtî berdewam dike, pirsgirêkên ku sînemaya Kurdî bi wan rûbbirû ye û pêşniyarên çareseriyên kolektîf ji bo van pirsgirêkan, tên nirxandin.
Kombexat dê sibe jî bidome û encamname bê parvekirin.