Koma Zeytûn 366: Em dixwazin çanda Êldefê biparêzin

Koma Zeytûn 366 a ku ji 8 ciwanên Efrînê pêk tê, bi rengên Kurdî beşdarî dawetên keç û xortên Kurdan dibe. Em bi hev re vê komê û armanca wê nas bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Komeke ciwanên Efrînê piştî vegera li ser warê xwe, kar û xebatên xwe yên çand û hunerî berdewam dikin.

Ev kom ji 8 kesan pêk tê û navê wê Koma Zeytûn 366 e.

Navê 366 jî, ji hejmara gundên Efrînê girtine.

Ev ciwan 8 salan ji warên xwe dûr mane, lê dest ji çanda xwe bernedan û her ji bo danasîn û parastina vê çandê di nav xebatê de ne.

Ev kom dixwaze modêla Êldefê li herêmê ji nû ve zindî bike.

Koma Zeytûn 366 beşdarî dawetan jî dibin û bi Êldefê, dîlanê li pêşiya bûk û zave digerînin.

Ev kom bala civakê dikişîne û her kes wan vedixwîne dawetan.

Yek ji endamên Koma Zeytûn 366 wiha got: Me ev fikira ku bi Êldefê dîlanan digerînin ji Bakurê Kurdistanê girtiye, û em dixwazin vê çandê derbasî bajarê Efrînê bikin.

 

"Em dixwazin vê çandê biparêzin û zindî bihêlin"

 

Koma me ya navçeya Cindirêsê ye.

Em bi rengên Kurdî beşdarî dawetan dibin.

Ev jî girêdayî çand û folklora me ya Kurdî ya her çar beşên Kurdistanê ye.

Ev fikira ku em bi Êldefê beşdarî dawetan dibin, me ji Bakurê Kurdistanê girtiye.

Em dixwazin derbasî Efrînê bikin û li Efrînê zindî bikin.

Her wiha endamekî din ê vê komê diyar kir ku wan gelek xebat der barê folklora Kurdî de kirine.

Ev 4 meh in, me dest bi karê xwe kiriye wekî kom, me xwast ku em tiştekî nû derxin.

Folklor girîng e, lê me xwest ku em tiştekî lê zêde bikin, ew jî Êldef e.

Êldef li Bakur û Tirkiyê navdar e, me jî xwest li vir derxînin.

Endamên koma Zeytûn 366 tekez kirin ku armanca wan parastina çand û folklora Kurdî ye.

Em dixwazin folklora me bêhtir bi pêş keve.

Dema em dibînin bûk û zave dansa silay dikin, ne ya Kurdî ye û ji çanda me dûr e.

Dema em bi çanda xwe derkevin pêşiya her kesî, wê demê cihê serbilindiyê ye û gelekî xweş e.

Her wiha em dixwazin stranên Kurdî jî, ji nû ve biafirînin.

Çand û kulturê Kurdan pir dewlemend e û vedigere dîrokeke dûr û dirêj.

Di jiyana rojane de bi gelek awayan tê xuyakirin.

Govenda Kurdî yek ji beşên herî girîng a çanda Kurdî ye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye