Konservetuara Aram Tîgran cardin vedibe: Qeydê destpê kir

Konservetuara Aram Tigran ku beriya 9 salan ji aliyê qeyûm ve hatibû girtin ji nû ve dest bi perwerdeyê dike. Qeydê kursan dest pê kir, dê perwerde jî 27'ê Cotmehê destpê bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî hilbijartinên şaredariyan DEM Partî texrîbatên qeyûman ji holê radike. Şarederiyên Bakurê Kurdistanê piştî ku bi destê qeyûman hatin desteserkirin gelek saziyên çand, huner û jinê hatin girtin an jî zimanê dayikê lê hat qedexekirin.

Konservetuara Aram Tîgran jî yek ji van saziyan bû ku ji aliyê qeyûm ve hatibû girtin û ev 9 salin girtî bû. DEM Partî piştî şaredariyê cardin girt, konservetuara Aram Tîgran ya bi zimanê dayikê perwerde dide dîsa da destpêkirin.

Ji bo konservatuarê niha qeydên beşan tê girtin, tê payîn ku di 27'ê Cotmehê de konservatuar dest bi waneyan bike.

Mamoste û şagirtên konservetuarê ji ber ji nû ve aktîf bûna konservatuarê kelecanek mezin jiyan dikin û banga beşdar bûnê li her kesî dikin.

 

'Ciwan û zarokên bajêr bê alternatîf nînin'

 

Yek ji mamosteyên konservetuarê Şanoger Rezan Kaya ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku konservetuar hişekî civakî avakiriye û wiha domand: "Armanca me ya herî mezin ew e ku nîşanî ciwan û zarokên li bajêr bidin ku bê alternatîf nînin."

Kaya bal kişand ser xebatên berê yê Konservetuarê û dest nîşan kir ku şagirtên wê demê perwerde dîtinê niha bûne mamoste û nifşên nû perwerde dikin.

Kaya herî dawî bang li hem jin, ciwan û zarokên bajêr kir ku tevî xebatê bibin û hunera xwe bi wan re parve bikin.

 

Akkan: Êdî firsenda me ya karkirinê heye

 

Şanoger Omer Akkan jî li konservatuarê perwerde dide û polîtîkayên qeyûm rexne dike û dibêje:

"Di dema qeyûm de me nedikarî li qadên şano, huner û wêjeyê kar bikin. Cihê me ku em karibin lê bicivin û kar bikin tune bû. Niha vekirina konservatûarê me gelekî kêfxweş dike, êdî firsenda me ya karkirinê heye.”

Akkan ji ANF'ê re destnîşan kir ku karê bikin ji bo her kesî baş bê û ji bo ciwanên Amedê ev bang kir : "Piştgiriyê bidin karên Konservatûara Aram Tîgran, tevlî bibin. Potansiyela karên ku em li vir bimeşînin dikare bandorê li ji nû ve vekirina saziyên din ên hatine girtin jî bike.”

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24