Walîtiya Mêrdînê meşa ji bo zimanê Kurdî li Qoserê asteng kir

Walîtiya Mêrdînê çalakiyeke taybet bi zimanê Kurdî li Qoserê qedexe kir, çalakvanan jî nerazîbûna xwe nîşan da û daxwaz kirin ku Kurd bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Bi destpêkirina perwerdeya sala 2025-2026 di dibistanên Tirkiyê de, dubare perwerdeya Zimanê Kurdî qedexe ye û li dijî wê gel nerazîbûna xwe nîşan dide.

Egîtîm-Sen li Qoserê xwest li dijî vê feraseta yek zimanî, helwesta bi dirûşmeya “Em perwerdeya bi zimanê Dayikê dizwazin” meşekê li dar bixe. Lê Walîtiya Mêrdînê meş qedexe kir

Piştî biryara qedexeyê, Nûnerên Egîtîm-Senê li Qada Azadiyê, pankartên "Em perwerdeya bi zimanê Dayikê dixwazin" bilind kirin û çalakiya rûniştinê dan destpêkirin.

Bi çalakiya rûniştinê re, Welatiyan jî piştgirî dan çalakiyê û bi stran û siloganên “Zimanê me rûmete me ye” bertek nîşanî helwesta Walîtiyê dan.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24