Dewleta Îranê girtiyekî din bi dar vekir

Dewleta Îranê di nava aloziyan de jî, zext û binpêkirinan li dijî welatiyên xwe berdewam dike. Girtiyekî din ê bi navê Ali Zohrabi, li girtîgeha Kaşanê ya li Eyaleta Îsfahanê ya Îranê, hate darvekirin. Malpera Dengê Binçavkiriyên Kurd û Îranî jî, hişyarî dan ku jiyana çar girtiyên siyasî ku yek ji wan Zeyneb Celaliyan ne, di bin metirsiyê de ye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Dewleta Îranê li gel şerê bi Amerîkayê re jî, pêla girtin û darvekirinê, li dijî kesên mûxalif û dijber zêde kiriye.

Li gorî raporên çalakvanên mafên mirovan, vê carê dewletê kesê bi navê  Ali Zohrabi yê 34 salî bi dar vekir.

Ali Zohrabi li girtîgeha Kaşanê ya li Eyaleta Îsfahanê ya Îranê dihate ragirtin û di 16'ê Nîsanê de ji aliyê dadgehên Îranê ve hate darvekirin.

Çalakvanên mafên mirovan dan zanîn ku Zohrabi piştî nîqaşa bi polîsekî trafîkê re hate binçavkirin ku piştî nîqaş û gengeşiyê, polîs jiyana xwe ji dest da, û li ser vê yekê bi sûcdariya "kuştina bi zanebûn" hate darizandin.

Rewşa çar girtiyên siyasî di nav de Zeyneb Celaliyan di xeteriyê de ye

Di heman çarçoveyê de jî, Malpera Dengê Binçavkiriyên Kurd û Îranî di raporeke xwe de, eşkere kir ku rewşa çar girtiyên siyasî yên li girtîgeha Yezîd, di xeteriyê de ye.

Li gorî raporê, girtiyên siyasî Zeyneb Celaliyan, Perîsa Kemalî, Dr. Hemîd Qerehesenlû û Hecet Elîzadgan yên di girtîgeha Yezidê de ne, rewşa wan a tendirustiyê xirab e.

Hate ragihandin ku rewşa herî xirab a Zeyneb Celaliyan ne ku kevintirîn girtiya siyasî ye.

Zeyneb Celaliyan ji sala 2007’an ve di girtîgehê de ye û bi salane bi nexweşiyên giran re têdikoşe.

Li gorî raporên ku di derbarê van girtiyan de hatine belavkirin, rapor didin xuyakirin ku têkiliya girtiyan bi malbatên wan re hatiye qutkirin.

Hate parvekirin ku li girtîgehên Îranê zextên ewlehiyê zêde bûne, pêşveçûna doza hinek ji wan bi bihaneya windabûnê di rewşeke ne diyar de hatiye hêştin, ku vê rewş jî jiyana wan xistiye metirsiyê.

Di sala 2025'an de herî kêm 1639 kes li Îranê hatine darvekirin

Du rêxistinên civakî yên sivîl, Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHR) û Rêxistina Li dijî Cezayê Mirinê, ragihandin ku rayedarên Îranî di sala 2025'an de herî kêm 1.639 kes darve kirin û ev yek ji sala 1989'an û vir ve hejmara herî zêde ye.

Ji despêka şerê Amerîka û Îranê ve 3464 kes hatine girtin

Li gorî raporta rêxistinên mavên mirovan yên Îranê, bi destpêkirina şerê navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê re, rejîma Îranê heta niha herî kêm 3 hezar û 464 welatî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bin çav kiriye.

Ji vê hejmarê, 767 kes piştî ragihandina agirbesta di navbera Amerîka û Îranê de hatine binçavkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye