Sîrwan Barzanî derbarê pêwendiyên Pêşmerge û artêşa Îraqê jî axivî û got:
“Hevahengiya me bi artêşa Iraqê re heye û em bi hev re operasyonên leşkerî pêk tînin.Bi hevparî li gel lîwayên hevbeş, valahiyên ewlehiyê hatine dagirtin.”
Barzanî destnîşan kir ku liv û tevgera DAIŞê berdewam dike û wiha lê zêde kir:
"5 şev berê me li Deşta Qerecê tevgera DAIŞê dît û DAIŞ hîn jî gef e û li derfetekê digerin ku xwe ji nû ve birêxistin bikin."