Li Slovakyayê di qezaya trênan de 30 kes birîndar bûn

Li nêzî peytaxta Slovakyayê di encama lihevketina du trênan de, bi dehan kes birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Polîsên Slovakyayê ragihandin ku êvara yekşemê, li Slovakyayê li ser xeta Bratislava-Pezinokê du trên li hev ketine, di encamê de 30 kes birîndar bûne.

Tîmên tenduristiyê piştî agahî girtinê berê xwe dan cihê bûyerê û 18 birîndar rakirin Nexweşxaneya Zanîngehê ya Bratislavayê .

 Rêveberê Giştî yê Rêhesinên Slovakyayê (ZSR) Ivan Bednarik got: "Muhtemelen sedema qezaya trênê yek ji wan trenan di çiraya sor de derbas bûye."

Wezîrê Karên Hundir Matus Sutaj Estok jî destnîşan kir ku zêdetirî 60 polîs û 70 agirkuj ji cihê bûyerê re hatine şandin.

Hate zanîn ku ti zirara jiyanî çenebûye û birîndar jî li nexweşxanê tên dermankirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye