Ji dema ku Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê hatiye ser desthilatdariyê, gelek kuştin û binpêkirin li dijî sivîlan tên kirin.
Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), duh li bajarê Newa yê gundewarê rojavayê parêzgeha Derayê, cenazeya jinekê ku bi guleyekê hatiye kuştin, li mala xwe hat dîtin.
SOHR'ê, da zanîn ku tifingeke nêçîrê di hundirê malê de hatiye dîtin, lê di derbarê rewş, sedem û motîvên li pişt bûyerê de hîn ti agahî tune ne.
Li Sûriyê ji destpêka salê ve 390 kes hatine kuştin
Bi vî bûyerê re hejmara giştî ya bûyerên kuştinên ji aliyê kesên nenas û sûcên din ên ku ji destpêka sala 2025'an û vir ve, li parêzgehên cuda yên Sûriyeyê hatine kirin, gihişte 342'an.
Di encama van bûyeran de, di nav de 29 zarok û 60 jin, 390 kes jiyana xwe ji dest dane.
Qurbanî wiha hatine belavkirin:
– 73 sûc li Şamê û gundewarê wê, ku di encamê de 83 mirin çêbûne: (63 mêr, 12 jin û 8 zarok).
– 60 tawan li Heleb û Idlibê, di encamê de 74 kes mirine: (57 mêr, 11 jin, 6 zarok).
– 45 tawan li Hums û Hemayê, di encamê de 49 kes mirine: (40 mêr, 8 jin, 1 zarok).
– 32 tawan li Laziqiye û Tertûsê, di encamê de 36 kes mirine: (27 mêr, 7 jin, 2 zarok).
– 98 tawan li Siweyda, Dera û Quneytrayê, di encamê de 112 kes mirine: (88 mêr, 17 jin, 7 zarok).
– 34 tawan li Dêra Zor û Reqqayê, ku di encamê de 36 kes mirine: (26 mêr, 5 jin û 5 zarok).