Tevgera Hizbullah ji aliyê dewletên Rojavayî û DYE ve di lîsteya terorê deye. Ruxmî vî jî Hizbullah ji aliyê Îranê ve tê fînansekirin.
Ji bo pêşî lêgirtinê dewletên Rojava û DYE demeke dirêje li ser Îranê zextên aborî yê ferz dikin.
Îranê li gel zextên aborî û sizayên berfireh ên welatên Rojava hat îdîa kirin ku hê jî alîkarî dide Hizbullaha Lubnanê.
Derbarê vê mijarê de Cîgirê Wezîrê Xezîneyê ya Amerîkayê John Hurley ji ajansa Reutersê re got ku Amerîka hewl dide rewşa li Lubnanê ji bo bêçekkirina Hizbullahê wek derfetek bi kar bîne lê Îran bi alîkariyên darayî re pêşiya vê yeke digire.
John Hurley eşkere kir ku li Lubnanê derfetek nû heye, eger Hizbullahê bêçek bikin wê demê gelê Lubnanê dikare welatê xwe ji nû ve bi dest bixe.
"Îran veşartî hewl dide şiyana çêkirina çekên atomî bi dest bixe"
Hurley wiha got:
"Îran li gel hemû zextan û rewşa aborî ya nebaş, hîn jî pereyekî zêde dide terorîstên xwe yên wekîl."
Li gorî John Hurley dibêje ku Îran bi awayekî veşartî hewl dide şiyana çêkirina çekên atomî bi dest bixe.
Lê belê Îranê jî ev yek red dike û teqez dike ku bernameya wê ya atomî tenê ji bo armancên aştiyê ye.
"Îran pereyan li rêxistinên terorîst xerc dike"
Artêşa Îsraîlê jî bersiva daxuyaniyê John Hurley da û wiha zêde kir:
" Xumeynî bi pereyê gelê Îranê' li şûna ku binesaziya welêt nûjen bike ji bo 'rêxistinên terorîst' xerc dike."