Libnan: Zêdetirî milyonek kes ji ber êrîşên Îsraîlê koçber bûn

Rayedarên Libnanî ragihandin ku ji ber pevçûnên di navbera Îsraîl û Hizbulahê de ku du hefte berê dest pê kirin zêdetirî milyonek kes koçber bûne. Her wiha ji ber êrişên asimanî yên Îsraîlê li ser Libnanê 111 zarok, 38 karmendên tenduristiyê û 886 kes hatine kuştin. Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisreal Katz jî ragihand ku heta ewlehiya bakurê Îsraîlê neyê girtin ew ê nehêlin koçber vegerin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rayedarên Libnanî ragihandin ku ji ber pevçûnên di navbera Îsraîl û Hizbulahê de, ku du hefte berê dest pê kirin zêdetirî milyonek kes ji Libnanê koçber bûne.

 

Li gorî daxuyaniyê, hejmara kesên ku wekî koçber hatine tomarkirin gihîştiye Milyonek û 49 hezar û 328 kesî.

 

Hat ragihandin ku 132 hezar û 742  kes li 600 stargehên komî yên li seranserê welêt hatine avakirin, dimînin.

 

Ev geşedan piştî ku artêşa Îsraîlê ragihand ku wan li başûrê Libnanê li dijî Hizbullahê operasyonên bejayî yên sînorkirî dest pê kirine, pêk hatin.

 

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku berî ku leşkerên bejayî bikevin herêmê, gelek armancan hedef girtine û êrîş pêk anîne.

 

 

Bîlançoya miriyên şerê Îsraîl û Hizbulahê gihaşte 886 kesî

 

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê diyar kir ku ji ber şerê di navbera Îsraîlê û Hizbullahê de ku beriya 2 hefteyan dest pê kiriye 886 kes di nav de 111 zarok hatine kuştin.

 

Wezaretê ragihand ku hejmara giştî ya kuştiyan 886 kes û 2 hezar û 141 kes jî birîndar bûne.

 

Ji van kesan heft jê di êrîşa îro ya Îsraîlê de, jiyana xwe ji dest dan e.

 

Li gorî wezaretê, di nav kuştiyan de 38 karmendên tenduristiyê hene.

 

Yisrael Katz: Ewlehiya Bakurê Îsraîlê şertê vegera Libnaniyan e

 

Ji aliyekî din Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisreal Katz jî hişyarî da Libnaniyên ku ji ber şerê bi Hizbulahê re penaber bûne û got ku, heta ku ewlehiya bakurê Îsraîlê neyê garantîkirin, penaber venagerin malên xwe.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye