Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê di derbarê Komkujiya Helebçeyê de daxuyanî da.
Hevpeymaniya Rojhilatê Kurdistanê 38'emîn salvegera kîmyabarana Helebçeyê ya ku ji aliyê rejîma Baasê ya Îraqê ve hat kirin û zêdetirî 5 hezar Kurd hatin kuştin, daxuyaniyek weşand.
Daxuyaniya Hevpeymaniya Rojhilatê Kurdistanê wiha ye:
"Armanca dijminên me ya tunekirina neteweya me, wê tu carî pêk neyê
Desthilatdaran û rejîmên dagirker, Kurdistan her tim ji xwe re kirine armanc ku neteweya Kurd tune bikin û ji bo vê armanca xwe, serî li her cure jenosîd, koçberkirina bi darê zorê û Enfalê dane.
Lê belê, ev hemû sûc, tevî kîmyabarana Helebçeya Başûrê Kurdistanê, nekarîn îradeya têkoşîn û berxwedana Kurdan têk bibin.
Ev sûc û trajediyên niha delîlên rewabûna têkoşîna nasnameya Kurd li hemû beşên Kurdistanê ne."
Her wiha Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê tekez kir ku di kîmyabarana Helebçeyê de bi dehan endamên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, şehîd bûn.
Gelek endamên din yên partiyê li herêmên di bin kontrola dewleta Îranê de ne hatin girtin û hejmarek ji wan li Girtîgeha Dîzilawa ya Kirmaşanê hatin darvekirin.
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê wiha lêzêde kir:
"Di salvegera 38'emîn a kîmyabarana Helebçeyê de, hemû şehîdên têkoşîna rizgariya neteweya Kurd, bi taybetî şehîdên ku ji ber êrîşên dewleta Îranê şehîd bûn, bi rêzdarî bibîr tînin.
Her wiha em radigihînin ku têkoşîna rewa ya neteweya me dê heta serkeftinê bidome."