Li Herema Kurdistanê 9 firokeyên bê mirov ê Îranê hatin xistin

reset font size increase font size

Şerê di navbera Îsraîl û Îranê de, bandoreke neyênî li ser Herêma Kurdistanê kir. Di navbera 9 rojan de gelek ziyan gihêşt herêmê.

Şerê Îsraîl û Îranê, yê ku di 13`ê hezîrana 2025`an de dest pê kiriye bandoreke mezin li ser dewletên cîhanê kir. Bandora herî zêde jî li ser Herema Kurdistanê bû, ji ber ku ji Îranê ve nêze û gelek bargehên Amerîka li wir hene.

Di nava 9 rojan de li Iraqê û Başûrê Kurdistanê 9 firokeyên bê mirov hatin xistin, 4 li Hewlêrê, 1 li Koyê, 1 li Xelifanê, 1 li Şarbajêr û 2 jî li Mexmûrê.

Di Îraq û Başûrê Kurdistanê de bi tevahî 12 baregehên Amerîka hene û ya herî navdar baregeha Ayn al-Asad e.

Egîd Xelîl

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye