Li Kerkûkê di hilbijartinên Parlementoyê de alozî derket

Li navçeya Pirdeyê ya parêzgeha Kerkûkê, di dema propagandaya hilbijartinên Parlamentoya Îraqê de di navbera Kurd û Tirkmenan de alozî derket. Her wiha 13 namzedên Partiya Îraqê ya ji bo Çaksaziyê li Bexdayê bi awayekî komî vekişîna xwe ji hilbijartinên Parlamentoya Îraqê ragihand in.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li navçeya Pirdeyê ya parêzgeha Kerkûkê, di dema propagandaya hilbijartinên Parlamentoya Îraqê de, di navbera alîgirên Kurd û Tirkmenan de alozî derket.

Bûyer li taxa Kurdan a bi navê "Kurdistan" ya Pirdeyê qewimî. Piştî derketina aloziyê hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê û rewş xistin bin kontrolê.

Alîkarê Serokê Parlamentoya Îraqê û Berpirsê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) yê Kerkûkê Selahedînê Aso Mamend xwest hemû alî rewşê aram bikin.

Her wiha, Alîkarê Serokê Parlamentoya Îraqê Şaxewan Ebdullah jî heman şevê, daxuyaniyek belav kir.

Şaxewan Ebdullah got: "Me peywendî bi Fermandarê Operasyonên Kerkûkê û berpirsên hizbî yên herêmê re kiriye. Divê hemû alî bi ruhê berpirsiyari, aqil û mentiqê dan û standin bikin."

Rêxistinê Kerkûk-Germiyanê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir.

PDK'yê di daxuaniya xwe de got: "Şeva borî, me hevalên xwe agahdar kirin ku xwe ragirin û ti bertekeke tund nîşan nedin, da ku her tişt bi rêya yasayê bê çareserkirin."

13 Namzedên Partiyeke Îraqî ji hilbijartinan vekişiyan

Li aliyê din, 13 namzedên Partiya Îraqê ya ji bo Çaksaziyê li Bexdayê bi awayekî komî vekişîna xwe ji hilbijartinên Parlamentoya Îraqê ragihand.

Partiya Îraqê ya ji bo Çaksaziyê ku îsal ji aliyê Ebdulletîf Şemerî ve hatiye damezrandin, di destpêkê de bi zêdetirî 70 namzedan dest bi kampanyayê kir lê piştre hejmarek ji namzedên wê vekişiyan.

Pênc ji wan namzedên vekişiyayî di daxuyaniyeke çapemeniyê de axivîn û nûnerekî wan got:

"Me gelek sozên xizmetguzariyê dabûn xelkê lê şiyana me ya bicihanînê nîne, ji ber ku arasteya partiyê guheriye. Armanca wê tenê komkirina dengan e, ne bi awayekî pratîkî bicihanîna bernameya xwe ye."

Namzedekî vekişiyayî yê bi navê Nezar Talib Ubeydî jî got ku wan di destpêkê de bawer dikir ku armancên partiyê cuda ne lê paşê ji bo wan diyar bû ku partiya wan sozên derew dide.

Li gorî Nezar Talib Ubeydî partiya wan rastiyan vedişêrê û ev jî bû sedem ku ew biryara vekişînê bidin.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye