Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç jî daxuyaniya Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurd nirxand.
Abdulkadîr Guleç diyar kir ku her kes li benda vê daxuyaniya tevgera azadiyê bû û wiha got: "Ev gava dîrokî yekser bandoreke erênî li silametiya pêvajoyê dike.
Ji ber ku hebûna hêzên çekdarî li bakurê Kurdistan û Tirkiyê îhtîmala provokasyonan bi xwe re tîne.
Guleç destnîşan kir ku tevî ku gavên dîrokî ji aliyê Tevgera Azadiyê ve hatine avêtin jî, lê dewleta Tirkiyê heta niha gavên ku vê pêngavê temam dikin neavêtiye.
Guleç: Divê yasayên li gorî ruhê pêvajoyê bên amadekirin
Abdulkadîr Guleç têkildarî mijara çekberdanê jî got: "Gerîlayên çek berdane ji pêvajoyê bawerin û dixwazin ku tevlî siyaseta demokratîk û civakê bibin, lewma divê yasayên li gorî ruhê pêvajoyê bêne amadekirin. Heta yasa derbarê vê yekê de neyên çêkirin,wê pirsgirêk bi gavavêtina aliyekî çareser nebe.
Serokê Baroya Amedê destnîşan kir ku heke yasayên entegrasyonê bên amadekirin, bi vê daxuyaniyê re wê pêvajo derbasî qonaxeke nû bibe.
Guleç: Daxuyaniya tevgera azadiyê bersiv da dijberên pêvajoyê
Di dawiyê de Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç tekez kir ku daxuyaniya Tevgera Azadiyê ya Kurd ji bo dijberên pêvajoyê jî bo bersivekek.
Ekîn Yeter: Daxuyaniya tevgera azadiyê ji bo pêşketina pêvajoyê girîng e
Hevseroka Giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter jî derbare gava nû ya dîrokê de axivî û got: "Îro li Qendîlê daxuyaniya ku ji aliyê Tevgera Azadiyê ya Kurd ve hatî dayîn, ji bo pêşketina pêvajoyê xwedî girîngiyek mezin e.
Ekîn Yeter anî ziman ku ji bo ev pêvajo bi serkeve divê ji aliyê Tirkiyê de jî gav bên avêtin, pêşiya siyaseta demokratîk were vekirin, rêgez û yasayên li gorî serdema nû bên amadekirin.