Parastina Sivîl a Duhokê li Herêma Başûrê Kurdistanê ragihand, şevê din li taxa Beroşkê ya Duhokê agir bi kargeheke çêkirina kartonan ket lê sedema derketina şewatê heta niha ne diyare.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji ber demildest agahdarkirina welatiyan, agir ji aliyê Parastina Sivîl ya Duhokê ve hat vemirandin.
Çavkaniyekê ji Parastina Sivîl a Duhokê derbarê şewatê de ji ajansa Rojnews re got; “Ji ber ku kargeh li nêzîkî cihê nîştecihbûnê bû, metirsiyeke mezin li ser malên derdora kargehê çêbû û heger nehatiba kontrolkirin, wê bibûya karesateke mirovî.”