Koçerî kevneşopî û çavkaniyeke debarê ye. Dema hewa germ dibe berê xwe didin zozanan.
Ji ber ziwabûn û krîza aboriyê koçer nikarin sûdê ji ajalên xwe werbigirin. Lewma gelek malbat dixesirin.
Çavkaniyên me ya jiyanê tenê xwedîkirina ajalan e
Ji ber qedexeya dewleta Tirk ji bo çûyîna zozanan û pirsgirêkên aboriyê yên salên dawî, ev pîşeyê kevnar hîn bêhitir rastî astangiyan tê.
Ji koçeran Sema Polat anî ziman ku jiyana koçeriyê li nava malbata wan nifş bi nifş dewam dike û got:
“Zozan û sewalên me yekane çavkaniya me ya debarê ne. Zivistanê em li malê ne û havînê jî em bi sewalên xwe re li zozanan ne.
Lê belê ji ber germê em konên xwe êdî li qadên herî bilind vedigirin.
Berê sewalên me bi meşê dihatin, lê niha ji ber qedexeyên dewletê em neçar dimînin ku wan bi wesayitan bînin û nîvê pereyê me li benzînê diçe.”
Bar hemû li ser milê jinan e
Li zozanan barê herî giran li ser milê jinan e.
Sema Polat anî ziman ku roj ji bo wê saet di 5’an de destpê dike û wiha rêzkir:
“Ji dotina sewalan heta bi çêkirina nan, ji şuştina kincan heta bi xwedîkirina zarokan her tişt karê jinê ye.
Elektrîk nîne, rê nayê çêkirin, em hewl didin her tiştî bi derfetên xwe bikin.”
Buhayê êm zêde bû, yê sewalan kêm bû
Sema Polat diyar kir ku buhayê êm zêde bûye, yê sewalan jî kêm bûye, lewma qezenca wan têra lêçûna wan nake û wiha anî ziman:
“Wateyeke zozanvaniyê êdî nemaye. Berê buhayê sewalan baş bû, êm erzan bû. Niha rewş berevajî bûye. Êdî wateyeke vê çandê nemaye.”
Maf û piştgirî ji koçeran re nîn e
Ji koçeran Mûhteber Ûçûk jî bal kişand ser ziwabûna li zozanan û wiha da xuyakirin:
“Ji ber ku baran nabare gîha jî nîne. Mihiyên me erzan in, êm biha ye. Em çi bikin jî nikarin encameke baş werbigirin. Em bixwazin dest ji vî karî berdin jî şensê me yê debarê nîne. Em sê mehan li çiyê, sê mehan li deştê dixebitin, lê belê qezenca me têrê nake. Ne dikarin mafê xwe werbigirin ne jî piştgiriyekê dibînin. Bi her awayî em birçî û westiyayî dimînin.”