Lezgin

Li Hesekê ezmûnên xwendekarên navîn destpê kirin

reset font size increase font size

Yekemîn car li Rojavayê Kurdistanê ezmûnên desthilata Şamê di bin siya Rêveberiya Xweser de tên encamdan.

Ji bo pêkanîna bendên peymana 10`ê Adarê di navbera serokê Sûriyê yê demkî Ehmed Elşeri û fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî de ezmûnên xwendekaran li bakur û rojhilatê Sûriyê û li tevahiya Sûriyê destpê kirin, ew jî piştî ku mehekê hatibûn derengxistin.

Îro, di dîroka 21`ê hizêrana 2025’ an de, li Sûriyê ezmûnan destpê kirine û yekemîn ezmûn Zanyarî bû.

Li ser vê mijarê,  Serokê navenda ezmûnan ya dibistana  Şehîd Can Hecar li taxa Miftî ya bajarê Hesekê Mihemed Sadêq Elhewêje ji Nûçe TV re axivî, li Hesekê 21 navend ji bo ezmûnên xwendekaran hatine vekirin, ezmûn di roja xwe ya yekemîn de ye, bi gelek dispilîn û rêk û pêk derbas dibe, me gelek çalakî ji xwendekaran re pêk anîn, ji wan parastin, peydakirina avê, mîsogerkirina atmosfereke aram û rehet ji bo başbûna derûnî ya xwendekaran.

Her wiha  mamoste Aya Ehmed ya ku  çavdêrî dikir eşkere kir : ‘Di her holekê de, sê mamoste ji bo çavdêriyê hene û ev mamoste hevpar in, hin ji wan yên Rêveberiya Xweser in û hin jî yên desthilata Şamê ne.

Xwendekara bi navê Şeyma Hemûd diyar kir ku, ezmûna yekemîn zaniyarî,fîziya û kîmiya û ev ezmûn pir hêsan derbas bû û wiha anî ziman:  “ Dema ezmûnê du saet û ji bo min ev dem pir baş bû. Ji bo van ezmûnan min gelek ked da, ji ber ne diyarbûna rewşa ezmûnan hin caran jî morala min dadiket lê piştî rewşa ezmûnan zelal bû ez pir kêfxweş bûm.”

Xwendekara bi navê Rohilat Îsmaîl Kûtê  destnîşan kir ku pirsên ezmûnan pir hêsan bûn û got: “Ez hêvîdar im  pileya min zorbaş be û ez keda malbata xwe ji bîr nakim û wan spas dikim, ji ber gelekî ked û piştgirî dane min.”

İlham Elî / Demhat Misto

  

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24