Piştî ku pêketinên bi Vîrusa Hantayê di keştiya Hondiusê ya Holandî de hatibûn dîtin, duh li Tenerifeyê kesên li ser wê keştiyê hatin derxistin û ber bi welatên cuda ve bi rê ketin.
Berpirsên tenduristiyê yên Amerîkayê ragihandin ku ji 17 rêwiyên Amerîkî yên ku ji keştiyê hatine derxistin, testa yekî ji wan erênî derketiye.
Lê tevî vê yekê jî, li gorî agahiyan, di vê qonaxê de ti nîşanên nexweşiyê li ser wî kesî tune ne.
Her wiha, Fransayê jî pêketineke bi Vîrusa Hantayê di nava kesên ku ji keştiyê hatine derxistin de tesbît kir.
Serokwezîrê Fransayê Sebastien Lecornu ragihand ku, ji pênc rêwiyên Fransî yên ku ji Hondiusê vegeriyane, yek ji wan di dema vegerê de nîşanên Vîrusa Hantayê lê derketiye.
Li gorî daxuyaniyê, pêvajoya testan ji bo rêwiyên ku hatine welatên xwe, dest pê kiriye.
Vîrusa Hantayê komek ji vîrusan e ku bi gelemperî ji hêla lawirên wekî mişk û cerdonan ve belav dibe.
Li gorî pisporan, ev Vîrus di rewşên kêm de, dikare ji mirovekî bo mirovekî din were veguhastin.
Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî, cureya Vîrusa Hantayê ji malbata Andean Strain e û ev vîrus dibe sedema nîşanên giran ên pişikê, her wiha rêjeya mirina bi vê vîrusê %50 ye.
Heta niha 3 kesan ji ber Hantavîrusê jiyana xwe ji dest dane
Her wiha 3 kes jî, 2 Hollandî û yek jî Almaniyê, ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane.
Vîrusa Hantayê ji ku derê dest pê kiriye?
Keştiya geştiyariyê ya Holandî, di 1`ê Nîsanê de, bi 147 rêwî û endamên ekîbê ji Ushuaiayê, Arjantînê derket.
Di 2`yê gulanê de, Rêxistina Tenduristiyê ya cîhanî, ji bo hebûna hin rewşên bi vê Vîrusê hate agahdarkirin.
Piştî keşfkirina Vîrusa bi navê Hantayê li ser keştiya geştiyariyê, metirsiyên cîhanî ji belavbûna vîruseke nû, mîna Coronayê pir zêde bûne.
Her wiha operasiyonên testan ji bo kesên ku li ser keştiyê ve hatine girtin, li welatan dest pê kiriye.