Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk, bi boneya salvegera yekemîn a damezrandina xwe, daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniya de hat gotin:
“Di vê qonaxa dîrokî de, ji bo mayîndekirina destkeftiyan û statuya gelê Kurd, divê her kes di bin sîwana yekîtiyê de cih bigire.”
Daxuyaniyê, bal kişand ser avakirina Yekîtiyê ku di qonaxeke girîng de, bi beşdariya rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî yên Kurdistanî, pêşeng û rûsipiyên gel, 11`ê Gulana 2025`an hat damezrandin.
Lewre di serî de li Rojhilata Navîn, li her çar aliyên cîhanê, şerên çekdarî û aborî didomin û xuya ye ku pergaleke nû ya cîhanî ji nû ve tê avakirin.
Ji aliyekî din ve, pirsgirêka Kurd jî wekî pirsgirêkeke herêmî roj bi roj xwe dide der.
Li hemberî van geşedanan, Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk, wekî bersiveke Kurdistanî dest bi kar kir."
Daxuyaniyê herwiha bal kişand ser pêvajoya aştiyê ya li Bakurê Kurdistanê û got:
Lê divê were dîtin ku civak êdî li benda gavên berbiçav e û diyarkirina statuya birêz Abdullah Ocalan e."
"Banga me li hemû Kurdistaniyan e ku werin di bin sîwana yekitiyê de cihê xwe bigirin
Em soz didin ku em ê xebatên xwe yên yekîtiyê xurttir û berfirehtir bikin, da ku xwe bigihînin kongreya neteweyî ya Kurd."