Li Til Hemîsê çekdaran goristana şehîdan xerab kirin

Çekdarên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê êrîşên hovane li hemberî nirxên kesên ku di şerê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dane, bin pê dike. Li bajarê Til Hemîsê çekdaran goristana şehîdan xerab kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li bajarê Til Hemîsê yê gundewarê Qamişlo ku niha di bin kontrola Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de ye, çekdaran goristana şehîdan xerab kirin.

Çavkaniyekê ji bajêr dîmen û wêneyên xirabkirina goristana şehîdan belav kir.

Li gorî hat zanîn ev komên çekdar ku ji Dêrazorê hatine Til Hemîsê, bi zanebûn goristana şehîdan a bajêr bi temamî xerab kirin.

Di goristanê de keç û xortên bajêr û gundewarê wê ku di berxwedana li hemberî çeteyên DAÎŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabûn, hene.

Beriya vê jî çekdarên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê êrîşî pakrewangeha bajarê Şedadê ya kantona Cizîrê kirin.

Her wiha li bajarên Reqa, Tebqa, Dêrazor, Minbic û Şêxmeqsûdê jî komên hikûmeta demkî goristanên şehîdan wêran kirin.

Beriya vê jî piştî dagirkirina Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî çekdarên girêdayî Tirkiyê bi heman hovîtiyê goristanên şehîdan xerab kirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye