Li Sûdanê nûnerekî nû hate erkdarkirin.
Duh Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres ragihand ku dîplomatê Fînlandî Pekka Haavisto bû nûnerê taybet ê nû li Sûdanê.
Pekka Haavisto bû nûnerê taybet ê nû li Sûdanê
Pekka Haavisto ket şûna Ramtane Lamamra yê Cezayîrî.
Pekka xwedî zêdetirî çar dehsalan ezmûna siyasî û dîplomatîk e.
Haavisto di hikûmeta Fînlandiyayê de gelek postên wezîrî kiriye, bi taybetî jî di navbera salên 2019 û 2023'an de wekî Wezîrê Karên Derve dihat destnîşankirin.
Her wiha ji sala 2016'an heta 2019'an wek Serokê Enstîtuya Aştiyê ya Ewropî xebitîye.
Di heman demê de di wezaretên din de jî wekî hevkariya pêşkeftinê, jîngeh û milkê dewletê wezîfe kiriye.
Niha ew endamê Parlamentoya Fînlandiyayê ye.
Pekka di warê navbeynkarî û birêvebirina krîzan de xwedî ezmûneke berfireh e
Nûnerê nû xwedî ezmûneke berfireh di warê navbeynkarî û birêvebirina krîzan de ye, bi taybetî li Rojhilata Navîn.
Berê ji sala 2009'an heta 2017'an wekî Nûnerê Taybet ê Wezîrê Derve yê Fînlandiyayê ji bo Navbeynkarî û Rêvebiriya Krîzan li Afrîkayê xebitîye.
Pekka Haavisto ji sala 2005'an heta 2007'an wekî Nûnerê Taybet ê Yekîtiya Ewropayê li Sûdanê xebitîye û beşdarî danûstandinên aştiyê yên Darfûrê bû.
Haavisto her wiha ji sala 1999'an heta 2005'an li gelek deverên pevçûnê, di nav de Kosova, Afganistan, Iraq, Herêmên Filistînî, Lîberya û Sûdanê, bi Bernameya Jîngehê ya Neteweyên Yekbûyî re xebitî.
Tevî destpêşxeriyên navneteweyî û NY ji bo vejandina agirbestê û ji nû ve destpêkirina pêvajoya siyasî, ev tayînkirin di nav krîza berdewam a Sûdanê û hewldanên çareseriya siyasî yên rawestiyayî de tê.