Êrîşên Dijwar ên Dronan: Rûsya û Ûkraynayê Hevdu Hedef Girtin

Rûsyayê ragihand ku şeva borî derbên giran li binesazî û benderên Ûkraynayê xistine û 598 dronên Ûkraynayê îmha kirine. Li aliyê din, Ûkraynayê ragihand ku ji 152 dronên Rûsyayê 124 jê bêbandor kirine û tesîseke girîng a parastinê ya Rûs hedef girtine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî daxuyaniyên fermî yên her du welatan, şerê bi dronan gihştiye asteke pir bilind.Wezareta Parastinê ya Rûsyayê diyar kir ku wan di êrîşên şevê de benderên deryayî û çemî yên Ûkraynayê (Odesa, Yujni û Îsmail) yên ku ji bo wergirtina çek û sotemeniya ji welatên NATO'yê tên bikaranîn, kirine hedef.

Her wiha Rûsyayê daxuyand ku li seranserî gelek herêman, di nav de herêma Moskova û Krîmê, bi giştî 598 dronên Ûkraynayê hatine îmhakirin yan jî bêbandorkirin.

Li ser asta berevaniyê, Hêzên Hewayî yên Ûkraynayê bîlançoya êrîşên Rûsyayê weşand û ragihand ku ji 152 dronên ku rûsan şandine, 124 jê ji aliyê pergalên parastina hewayî ve hatine jinavbirin. Li aliyê din, Serokê Dewleta Ûkraynayê Volodimir Zelenskiy piştrast kir ku hêzên wan li herêma Samara ya Rûsyayê, tesîseke fersendî û girîng a şîrketa feza û parastinê ya naskirî "Roscosmos" bi serkeftî hedef girtine.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye