Li Amed û Mêrdînê qezayên trafîkê: 5 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Amed û Mêrdînê, di du bûyerên qezayê yên trafîkê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 15 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Li navçeya Liceyê ya Amedê, mînîbuseke ku ber bi Çewlîgê ve diçû, li devê ketina navçeyê wergeriya.

Ji 18 kesên di nav mînîbusê de bûn, 3 kesan li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan û 15 kes jî birîndar bûn.

Piştî destwerdana bijîşkî ya destpêkê, birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Weqfa Halis Toprak a Liceyê û cenazeyên kesên ku jiyana xwe ji dest dane jî rakirin morga nexweşxaneyê.

Her wiha li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê jî di navbera otomobîlek û motorsîkletekê de qeza çêbû.

Pîro Ceylan û Abdulkadîr Azak ên li ser motorsîkletê bûn, di vê qezaya ku li ser rêya taxa Qesrîkê pêk hat de, jiyana xwe ji dest dan.

Cenazeyên Ceylan û Azak ji bo karûbarên otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şemrexê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye