Li bajarê El-Sûse li gundewarê rojhilatê Dêra Zorê kesên nenas agir berdan konê fîstîvala pêncemîn a hinarê.
Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Dêra Zorê amadekariyên dawî ji bo mehrecanê dikin.
Festîval sibe dê dest pê bike.
Dibistana Gundewarî ya Sûsê platformên ji bo nîşandana berhemên cotkaran jî ava kiriye.
Di heman demê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest bi lêkolîna bûyerê kirin.
Festîval di çarçoveya piştgiriya aboriya gundan û pêşxistina li deverên çandiniyê de tê lidarxistin.