Proseya wergirtina genimê cotkaran ji aliyê sîloyên hikûmetê ve bi dawî bûye û beşek ji cotkaran genimê wan di destê wan de maye û nehatiye firotin.
Cotkar: Beşek ji bazirganan dixwazin genimê me bi erzanî ji me bikirin
Beşek ji cotkaran dibêjin ku tevî ku beşek ji genimê wan nehatiye firotin û ziyaneke mezin dîtine, lê belê hinek bazirgan jî dixwazin fêlbaziyê li wan bikin û genimê wan bi erzanî ji wan bikirin.
Cotkar behsa wê yekê dikin ku hikûmetê di sîloyan de tonek genimê pile yek bi 700 hezar dînar û pile du bi 500 hezar dînar wergirtiye.
Lê belê bazirgan dixwazin tonek genim bi kêmtirî 350 hezar dînarî ji wan bikirin.
Her çend biryar bû ji bo îsal Bexda 400 hezar ton genimê cotkarên Başûrê Kurdistanê wergire, lê tenê 388 hezar ton genim ji cotkaran wergirtiye.
Ji ber vê yekê, zêdetirî 12 hezar ton ji wê pişkê û rêjeyeke zêde ya genimê derveyî plana wergirtinê ya sîloyan, li bal cotkaran maye.
Li ser vê babetê, Newzad Şêx Kamil, Rêveberê Giştî yê Bazirganiya Kurdistanê, ragihand ku hikûmetê biryar daye herdu kompaniyên Xoşnaw û Qeywan 250 hezar ton genim ji cotkaran bikirin.
13 kompaniyên cuda genimê cotkaran dikirin
Her weha 200 hezar tonên din ên genim ji aliyê 11 kompaniyên cuda ve bê kirîn û her ew kompanî genim hinardeyî bazarên derveyî welat bikin.
Li gorî biryara hikûmetê, ew kompanî her tonek genim bi 400 hezar dînarî ji cotkaran dikirin.
Kompaniyan tonek genim bi 400 hezar dînarî ji cotkaran dikirin
Her çend ev biha kêmtir e ji bihayê sîloyên hikûmetê, lê ji bihayê bazara reş zêdetir e.
Hatibû ragihandin ku prose ji 20’ê Tîrmehê ve dest pê kiriye û dê ta 20’ê Tebaxê berdewam bike.
Ev gav jî wek piştgiriyekê ye ji bo saxkirina berhemê genimê cotkarên Başûrê Kurdistanê û sektora çandiniyê.
Li gorî amarên Wezareta Çandiniyê, li Başûrê Kurdistanê di vê werzê de 3 milyon û 300 hezar donim zevî bi genim hatine çandin û qebareya berhemê genim jî gihîştiye zêdetirî yek milyon tonî.