Wezareta Pêşmergeyan li ser malpera xwe ya fermî têkildarî êrîşa dronan a li ser baregeha xwe ya li navçeya Helebçeyê ya girêdayî Parêzgeha Silêmaniyê, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku êrîşa terorîstî di demekê de hatiye kirin ku rewşa herêmê giştî di qonaxeke hestyar de derbas dibe.
Di dewama daxuyaniyê de êrîş bi tundî hate şermezarkirin.
Her wiha hate diyarkirin ku armanca êrîşê têkdana ewlehî û aramiya herêmê ye û daxwaz ji Fermandariya Giştî ya çekdarên Îraqê kir ku sînorekê ji bo van êrişan dayîne ku êrîşên baregehên pêşmergeyan nekin.
Başûrê Kurdistanê rojane rastî êrîşan tê.