Di 13 salên Şoreşa 19`ê Tîrmehê de, sîstema Rêveberiya Xweser hatiye avakirin û bi riya wê, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine parastin.
Peymana Civakî di 12`ê Kanûna 2023`an de hat danîn û modela komînal derxist pêş û tekez kir ku hemû pêkhate bi hev re, wê vê sîstema demokratîk biparêzin.
Di madeyên 29 û 49`an, ên peymanê de, hatiye diyarkirin ku ji ber sedemên cudahiya reng, zayende, etnîk, ol, bawerî yan jî mezhebî, nabe cudahî di navbera mirovan de bê kirin.
Di saziyên Rêveberiya Xweser de 50% jin hene
Hevserokatiya Meclisa Gelan, Sîham Qeryo û Ferîd Etê ne, her wiha Evîn Silêman Siwêd û Hisên Osman jî Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêve dibin.
Hevserokên hemû meclis û komînan li gorî rêjeya pêkhateyan tên diyarkirin.
Belgeyên fermî bi Kurdî, Erebî û Suryanî tên nivîsandin
Hemû belgeyên Rêveberiya Xweser, bi zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî tên amadekirin.
Madeya 60`î ya Peymana Civakî, rê li ber vê yekê vedike ku her çand, netew, bawerî û partiyên siyasî bikaribin sazî û dezgehên xwe yên xweser ava bikin û kar bimeşînin. Ev made eşkere dike ku ne heqê ti kesî yan jî pêkhateyekê ye ku bawerî, fikir an çanda xwe li ser ên din bi darê zorê ferz bike.
Li kanton, bajar û bajarokan, meclis û komîn hatine avakirin, xebat bi rêya wan tên meşandin.
Li gorî daneyên meclisên rêveber ên kantonan, li giştî gund, tax, bajarok û bajarên kantonên Cizîr, Firat, Tebqa, Reqa, Dêrazorê û her du taxên Helebê bi giştî 36 meclisên bajaran, 152 meclisên bajarokan û 3 hezar û 950 komîn hene.