Tirkiye ji bo şervanên PKK'ê qanûnekê amade dike

Karbidestekî payebilind ê Rojhilata Navîn îdîa kir ku Tirkiye qanûnekê amade dike ku wê di çarçoveya planeke aştiyê de, rê bide şervanên PKK'ê vegerin malên xwe.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Karbidest diyar kir ku wê efûyek giştî ji bo sûcên ku ji hêla çekdarên berê ve hatine kirin negire nav xwe.

Li gorî Reutersê, di bin van planan de, dibe ku hin rêberên çekdaran ji bo welatên sêyemîn werin şandin.

Vegera şervanên PKK'ê ji baregehên xwe yên li herêma çiyayî ya Başûrê Kurdistanê bo Tirkiyeyê, yek ji astengiyên dawîn ên di pêvajoya aştiyê de ye.

Pêvajoya aştiyê ji bo ku rê li ber şerê heya niha 40 hezarî zêdetir kesan girt bi dawî bike ji aliyê Rêberê Gelê Kurd ve beriya salekî hatibû destpêkirin.

Karbidestê Rojhilata Navîn, ku dan û standinên hesas rave kir û xwest navê wî neyê eşkerekirin, got dibe ku vê mehê qanûna ku wê rê bide vegera wan li parlementoya Tirkiyê were pêşkêşkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye