SOHR`ê diyar kir ku li gundê El Reûş ê navçeya Qetêlbiyê ya Ceblê çekdaran bi zora çekan û li pêş çavên şêniyan kabloyên kehrebeyê dizîn.
SOHR'ê got ku ji ber tirsa ji çekan kesî ji şêniyan destwerdan nekiriye.
Hat diyarkirin ku ev bûyer beşek ji rêze sûcên komên çekdar ên li dijî sivîlan e bê ku tu bertekên fermî ji aliyê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve werin nîşandan.