Li Stenbolê Sirri Sureyya Onder hat bibîranîn

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) salvegera yekemîn a wefata Sirri Sureyya Onder, bi bîr anî. Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Bûldan got: Em soz didin ku em ê aştiyê bînin û diyarî te bikin. Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî wiha axivî: "Dema ku her kes bêdeng bû, Sirri axivî û baweriya aştiyê da me."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di ser wefata Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder re salek derbas bû.

DEM Partiyê ji bo salvegera yekemîn a Onder bernameyeke bîranînê li dar xist.

Tê de gelek kes tevlî bernameya bîranînê bûn.

Pervîn Bûldan: Em soz didin ku em ê aştiyê bînin

Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Bûldan di bîranîna Sirri Sureyya Onder de got:

“Berî salekê li hezaran malan şîn hat danîn. Cihê te tije nabe.

Ji bo aştiyeke birûmet pêk were te têkoşîneke mezin da.

Em soz didin ku em ê aştiyê bînin û diyarî te bikin.”

Bakirhan: Dema ku herkes bêdeng bû Sirri axivî

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî dest nîşan kir ku di dema herî zêde zext dihatin meşandin de Sirri xwedî helwest bû û ev yek jî anî ziman:

“Bi saya kesên wekî Sirri, em hatin van rojan. Dema ku herkes bêdeng bû, Sirri axivî û baweriya aştiyê da me.

Em soz didin ku em ê aştiyê bînin vî welatî. Ez hemû kesên ku ji bo aştiyê têkoşiyane û jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînim.”

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye