Katz: Îsraîl li dijî vekişîna hêzên wê ji herêma ewlehiyê ye

Heta Hizbullah bêçek nebe em venakişin. Bi vê daxuyaniyê Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz gotegotên li ser vekşîna artêşa Îsraîlê ya ji Lûbnanê red kir. Katz destnîşan kir ku heta pêwîst be, dê artêşa Îsraîlê li herêmên ewlehiyê yên Lubnan, her wiha Sûriyê û Xezeyê bimîne.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Danûstandinên agirbest û ewlehiyê yên di navbera Lubnan û Îsraîlê de, ji ber nakokiyên kûr ên li ser vekişîna hêzên Îsraîlî ji başûrê Lubnanê, gihîştine xeteke sor û rawestiyan.

Çavkaniyek Amerîkayî aşkera kir ku civîna Lubnan û Îsraîlê li ser mijara vekişîna Îsraîlê ji başûrê Lubnanê rawestiyaye.

Çavkanî destnîşan kir ku aliyê Lubnanî bernameyek diyarkirî dixwaze, di heman demê de Washington ji bo peymanek ku vekişîna Îsraîlê ya qonax bi qonax vedihewîne zextê dike.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz jî ragihand ku heta pêwîst be, ew ê Îsraîlê li "herêmên ewlehiyê" yên Libnan, Sûriyê û Xezeyê bimîne û ji wan venekşe.

Yisrael Katz da zanîn ku Îsraîl li dijî biryara vekişîna hêzên wê ji "herêma ewlehiyê" ya li Libnanê ye.

Li alîyekî din Berdevkê hikûmeta Îsraîlê David Minser jî diyar kir ku şertê vekişîna ji başûrê Libnanê, bêçekkirina tam a Hizbullahê û jinavbirina şiyanên wê yên leşkerî ye.

David Minser got ku heta Hizbullah gefan bixwe, bêçek nebe, ew ê hêzên xwe ji başûrê Libnanê venakişînin.

Rayedarên Lubnanî jî diyar dikin ku ew peymaneke bêdem û nezelal qebûl nakin.

Çavkaniyên dîplomatîk didin zanîn ku Beyrût ji bo vekişîna artêşa Îsraîlê ji axa Lubnanê nexşeyeke rê û bernameyeke deman a pir zelal daxwaze dike.

Her wiha Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji bo rêgirtina li ber şerekî hîn mezintir di nava liv û tevgerê de ye.

Çavkaniyeke Amerîkayî destnîşan kir ku Washington zextê li ser her du aliyan dike da ku li ser peymaneke "qonax bi qonax" li hev bikin.

Di vê qonaxê de, çarenûsa herêmê û agirbestê bi temamî girêdayî tawizên ku alî dikarin bidin e, lê daxuyaniyên dawî nîşan didin ku her du alî jî ji xetên xwe yên sor paşve gavan navêjin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye