Di operasyona ku li herêma Bebekê de pêk hat, gelek kes di nav wan de xwediyê cihê şahiyê Cem Mirap û kesên ku bi bandor ên medyaya civakî, hatin binçavkirin.
Ji bo lîstikvan Îlker Înanoglu û muzîkjen Cem Adrian biryara girtinê hate dayîn.
Hat zanîn ku herdu lîstikvan niha li derveyî welêt in.
Encamên testên hin kesan ku berê di çarçoveya vê dozê de hatibûn binçavkirin, ji Saziya Tibbê Edlî (ATK) re hatine şandin.
Bi hin kesan re madeyên narkotîk an jî teşwîqker hatin dîtin, bi hinan re jî ti madeyek nehat dîtin.
Li ber Balyozxaneya Îsraîlê ya li herêma Beşîktaşê jî, 17 kes hatibûn binçavkirin.
Lêpirsîn di derbarê wan de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hat rêvebirin.
Ji binçavkiriyan 12 kes sewqî Edliyeya Çaglayanê bûn.
Piştî lêpirsîna Dadgeriya Ceza û Sulhê derbarê 9 kesan biryara girtinê hate dayîn, 2 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan.