Îsraîl ji bo dûrketina ji pevçûnan bi Tirkiyê re qenalên peywendiyê yên veşartî ava kir

Îsraîlê ji bo rêgirtina li rageşiyeke mezin a bi Tirkiyê re li ser axa Sûriyê, qenalên pêwendiyê yên nihênî vekirine. Ev pêngav piştî êrîşa Îsraîlê ya li ser bingeheke leşkerî ya li Sûriyê hat avêtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Çavkaniyeke leşkerî ya Îsraîlî ji Qenala Duyem a Îsraîlê re ragihand ku welatê wî naxwaze Tirkiyê bike dijminê xwe. Ji ber vê yekê, ji bo şandina peyaman û rûnecatbûna ji rûbirûbûnên leşkerî, qenalên veşartî di navbera her du welatan de hatine çêkirin. Lê belê, heman çavkaniyê hişyarî da ku eger ev peyam encamê nedin, Îsraîl neçar e ku gavan bavêje.

Îsraîlê ji bo hebûna Tirkiyê ya li Sûriyê, bi taybetî li ser herêmên nêzî sînorên xwe xetên sor xêz kirine. Ev xetên sor bi taybetî belavkirina pergalên parastina esmanî, balafirên bêmirov û fuzeyan li xwe digre. Ji ber van sedeman, Îsraîlê roja sêşemê êrîş biribû ser Balafirgeha Leşkerî ya Ebû El-Zuhûr a li Sûriyê.

Li aliyê din, rayedarên ewlehiyê yên Îsraîlê ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re ragihandine ku Tirkiyê amadekariya danîna radar û pergalên parastina esmanî yên bi serokatiya serbazên Tirkiyê li vê balafirgehê dikir. Îsraîl bawer dike ku ev pêngav dikare hevsengiya hêzê ya herêmî bide guhertin. Tevî vê yekê, Enqere û Şamê hebûna leşkerên Tirkiyê an niyeta avakirina bingeheke mayînde li wê devera ku hatiye bombebaran kirin, red kirine.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye