Sûriye û Îsraîl derbarê Hêrêma Colan de lihevkirin

Serokê Hikumeta Veguhêz a Sûriyê Ehmed El Şera ragihand ku şandeyên Sûriyê û Îsraîlê di danûstandinên pêşxistina peymana ewlehiyê ya du alî de pêşketinan bi dest dixin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ehmed El Şera diyar kir ku ew û Îsraîl li ser peymaneke ku xeta veqedantinê ya herêma Colanê zelal bike dixebitin.

 

Her wiha Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê(SOHR) jî ragihand ku xalên ku Îsraîl û Sûriyê li hev kirine ev in:

 

“ Bêçekkirina bilindahiyên Colanê yên Sûriyê.

 

Artêşa Sûriyê ji aliyê Tirkiyê ve neyê avakirin.

 

Avakirina Korîdorek mirovî ji bo Durziyan li herêma Sweydayê.”

 

Li gel van rûdanan jî Ajansa Nûçeyan a Fransayê-AFP'ê ku xwe dispêre agahiyên rayedarekî ji wezareta karên derve ya Hikumeta Vegûhêz, Şera wê beşdarî rûniştinên payebilind ên di 22-30'ê Îlonê de bibe.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24