Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li bajarê Mensûra yê Kantona Tebqayê 21`ê tebaxê, operasyonek pêk anîne.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn operasyonê de ev agahî parvekir:
“Di vê operasyonê de 2 kes hatin girtin.
Li ser van kesan 23 mermiyên damanceyê eyar 6, bombeyek parastinê, bataryayek rajîmeya rokêtê, yekîneyên memoriyê
ji bo kamerayên çavdêriyê û 3 telefonên hatin girtin.”
Hêzên Ewlekariya Hundirîn da zanîn ku ev operasyon di çarçoveya, zêdekirina ewlehî û aramiya herêmê û parastina welatiyan de pêk hatiye.