Koma duyem a koçberên Efrînê wê sibe ji herêma Cizîrê ber bi Efrînê ve rêkevin

Di çarçoveya bicihanîna peymana 29`ê Çileyê ya ku di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û Hikûmeta Demkî ya Sûriyê de pêk hatibû, wê sibe koma duyem a koçberên Efrînê biçin Efrînê. Li gorî hate ragihandin koma dûyem a koçberan ji 200 malbatên ku ji navçeya Raco û navenda Efrînê ne pêk tê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî 8 salên koçberiya ji ber êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê, êdî gelê Efrînê diçin warên xwe.

 

Di çarçoveya bicihanîna peymana 29'ê Çileyê ya ku di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û Hikûmeta Demkî ya Sûriyê de pêk hatibû, wê sibê koma duyem a koçberên Efrînê vegerin warê xwe.

 

 

Wê sibe 200 malbat ber bi Efrînê ve bi rê kevin

 

 

Li gorî agahiyên ku Meclîsa Koçberan a Efrîn û Şehbayê diyar kirine, wê sibê 200 malbatên ji navçeya Raco û navenda Efrînê vegerin Efrînê.

 

Beriya vê jî di 9`ê adara 2026`an de koma yekemîn ku ji 400 malbatên ji Efrînê pêk tê ji herêma Cizîrê derketin û çûn Efrînê.

 

Her wiha Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihandibû ku koma yekem a koçberan ji malbatên ku ji navçeyên Şiyê, Cindirês û Mabata yên Efrînê pêk dihat.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye