Ji bo rewşa ewlehiyê deriyên Tebqa, Reqa û Dêrazorê hatin girtin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku ji ber geşedanên metirsiyê biryar hatiye dayîn ku deriyê sînorê kantona Tebqa, Reqa û Dêrzorê werin girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn îro bi daxuyaniyekê ragihand ku ev biryar wekî bersivekê ye ji bo girtina deriyên navxweyî ya ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve.

Di biryarnameyê de wiha hatiye gotin:

"Ji ber geşedanên ewlehiyê yên metirsîdar ku li dergehan diqewimin, li ser bingeha girtina deriyên navxweyî ji aliyê hikumeta veguhêz a Şamê ve, her wiha ji ber zêdebûna metirsiyên ewlehiyê ya ji pêr ve û encamên rasterast û metirsîdar li ser ewlehiya sivîl, karker û rêwiyên di van dergehan re derbas dibin, Rêveberiya Giştî ya Ewlehiya Derketin û Hatinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vê biryarê dide:

- Hemû deriyên kantonên Tebqa, Reqa û Dêrazorê heta demeke nediyar tên girtin.

- Derî ji bo rewşên mirovî yên awarte û rêxistinên mirovî tên vekirin."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye