Komên çekdar ên dewleta Tirk êrîşî gundewarê Til Temirê kirin

Komên çekdar ên girêdayî dewleta Tirk êrîşî gundekî Til Temir ê Rojavayê Kurdistanê kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî agahiyên ku ji bajêr di encama bûyerê de hatine girtin, komên çekdar ên girêdayî dewleta Tirk di saetên derora 00:45 an de bi çekên giran êrîşî gundê Tewîla yê Rojavayê bajarê Til Temirê û derdora wê kirin.

Ji aliyê xwe ve jî, di çarçoveya bikaranîna mafê xweparastina rewa de, şervanên Meclisa Leşkerî ya bajarê Til Temirê li hemberî vê êrîşê bêdeng neman û bersiva dan.

Ji cotmeha 2019`an ve û heya niha bi awayekî berdewam êrîşî ser gundewarê Til Temirê tê kirin, di encama van êrîşan de bi dehan gund zirar dîtine û jiyana sivîlan jî di bin metirsiyê de ye.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24