Mazlûm Ebdî: Di dosyaya dadgeriyê de lihevkirinên nû çêbûn

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî, diyar kir ku derveyî Hesekê, wê li hemû bajarên din jî tablo duzimanî be. Ji bo Hesekê ji dosyaya dadgeriyê re nebe astengî, ji bo demekê Erebî hatiye pejirandin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di çarşoveya peymana 29`ê çileyê ya QSD û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de, dosyaya dadgeriyê yek ji wan dosyayan e ku tê astengkirin.

Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku di encama gelek hevdîtinan de, wan li ser rewşa dadgehên Rêveberiya Xweser li hev kir û got:

“Li hevkirineke hate çêkirin beşek ji dadwerên me bi şiklekî yekser weke dadwer werin qebûlkirin.

Ji bo ew jî karibin bi hevdû re dest bi karê xwe bikin. Him dadwerên ku dema rejîma Suriyê de hebûn karê xwe dewam dikirin him jî yên Rêveberiya Xweser bi hev re karê xwe bimeşînin. Dîsa lîsteyeke hate dayîn dadwerên me yên ku rewşa wan destûr dide wê biçin Şamê him rewşa xwe tespît bikin an jî di akademiyên dadweriyê yên prosedûrê re derbas bibin, rewşa wan fermî bibe.”

Mazlûm Ebdî: Mijara tabloya Hesekê hat paşxistin wê di dema pêş de bibe duzimanî

Mazlûm Ebdî da zanîn ku li bajarên bi piranî Kurd li wan dijîn weke Kobanê, Qamişlo, Dêrik, Amûdê û Dirbêsiyê, li ser tabloyên duzimanî (Erebî û Kurdî) lihevkirin çêbûye.

Ya Hesekê ji bo demeke diyarkirî hatiye pejirandin û dê paşê di peymanên nû de were nirxandin:

Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mazlûm Ebdî wiha got:

“Ji bo karê me yên dîtir ên entegrasyonê nesekine soz hatiye dayîn ku ev mesele di demê pêş de li ser were sekinandin û çareserkirin. Hesekê jî wê wekî cihê dîtir be. Ji ber wê ez dixwazim vê bêjim wê ev mijar were çareser kirin, wê weke pirsgirêk nemîne. Ji xwe wê zimanê Kurdî di hemû saziyan de hebe. Em ji gelên xwe dixwazin, taybet em ji ciwanên xwe dixwazin derfeteke bidin ku ev pirsgirêk were çareser kirin. Demekî navber bidin çalakiyên xwe. Lê ez vê jî dixwazim bêjim ji bo helwesta gelê me ya ji bi ziman raber kirine ez spas dikim, di cih de dibînim, divê gelê me heta zimanê Kurdî nebe zimanê fermî yê Sûriyê dev ji têkoşîna xwe bernede. Pêwîst e piştgiriya xwe hesasiyeta xwe bidomînin.”

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye