Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku bersiva Tehranê ya ji bo pêşniyara Waşingtonê ji bo bidawîkirina şer, ne li gorî dilê wî ye û da zanîn ku ew bersiv "bi temamî nayê pejirandin".
Trump li ser hesabê xwe yê fermî yê Truth Socialê nivîsî:
"Min niha bersiva wan kesan ku wekî 'nûnerên' Îranê tên naskirin, xwend.
Ne li gorî dilê min e û bi temamî nayê pejirandin."
Serokê Amerîkayê di dawiya peyama xwe de tenê nivîsî:
"Spas ji bo bala we ya li ser vê mijarê."
Trump li ser gavên bê yên welatê xwe ti agahî nedan û eşkere nekir ka ew ê deriyê danûstandinan bigire yan na.
Ev helwesta tund a Trump tenê çend saetan piştî wê yekê hat ku Tehranê bi rêya navbeynkarên Pakistanî bersiveke çend rûpelî ji bo pêşniyara 14 xalî ya Amerîkayê şand.
Li gorî agahiyan, Îranê di bersiva xwe de daxwaza garantiyên tund kiriye.
Her wiha Îranê ji bo paşvekişîna ji dozên nukleer û vekirina Tengava Hurmizê çend merc danîne.
Ajansa nûçeyan a Îranê Tasnîm ragihand ku di nava mercên Îranê de, kontrolkirina Tegava Hurmizê jî heye.
Serokwezîrê Qeterê: Girtina Tengava Hurmizê krîzê kûr dike
Li ser kontrolkirina Tengava Hurmizê ji aliyê Îranê ve, duh serokwezîr û wezîrê karê derve yê Qeterê Şêx Mihemed bin Ebdulrehman bi rêya telefonê wiha ji wezîrê derve yê Îranê Ebas Eraqçî re gotibû:
Azadiya deryayî prensîbeke xurt û damezrandî ye ku ji bo tawîzan ne vekirî ye.
Girtina Tengava Hurmizê yan jî bikaranîna wê wekî xaleke fişarê, dê tenê krîzê kûrtir bike û berjewendiyên girîng ên welatên herêmê bixe xeteriyê.
Piştî daxuyaniya Trump buhayê petrolê bilind bû
Li aliyekî din, piştî daxuyaniya Donald Trump a li ser nerazîbûna wî ya li ser daxwazên Îranê, dîsa buhayê petrolê bilind bû.
Nirxên petrolê 4.11% zêde bû û gihîşt 105.45 dolarî.
Bi vê buhabûnê re, bandor ne tenê li aliyên şer tê kirin, lê bandorê li hemû welatên cîhanê jî dike.
Dahûrînerên bazarê li ser buhabûna petrolê wiha dibêjin:
“Bazara petrolê wekî makîneyeke çêkirina sernavên jeopolîtîk tev digere.
Buhayên petrolê li gorî her şîrove û hişyariya ji Waşington û Tehranê bi awayekî hovane diguherin.”
Her wiha serokê pargîdaniya Aramkoyê ya Siûdî Emîn Nasser ku yek ji pargîdaniyên petrolê yên herî mezin e, got ku di du mehên borî de cîhanê nêzîkî milyar bermîl petrol winda kirine û wiha anî ziman:
“Pêwîstiya bazarên enerjiyê bi demê heye heta ku vegere weke berê.”