Tîmên rizgarkirinê yên Indonezya ragihandin ku roja înê, wan 9 termên ku di bin avahiyê de mabûn, derxistin û bi vê yekê, hejmara miriyan gihişt 14 kesan.
Tîmên rizgarkirinê destnîşan kirin ku ew bê navber hewldanên xwe dikin, da ku bigihêjin kesên ku di bin kavilan de mane û eşkere kirin ku heya niha jî bi dehan xwendekar winda ne û tê payîn ku hejmara miriyan zêde bibe.
Di roja duşema borî de, li Indonezyayê, ew dibistan hilwşiyabû.