Duh li Siweydayê Komîteya Navneteweyî ya Serbixwe ya Lêkolînan dest bi karê xwe kir.
Komîte derbasî gundewarên kavilkirî yên rojavayê Siweydayê bû û bi rêberê rûhanî yê Durziyan, Şêx Hikmet Hicrî re hevdîtin kir.
Komîteya lêkolînan bi rêberê rûhanî yê Durziyan re civiya
Pişt re, endamên Komîteya navneteweyî çûn nexweşxaneya Siweydayê û hevdîtin bi şahidên bûyerên komkujiyan re kirin.
Derbarê hevdîtinên bi komîteyê re, parêzer Eymen Şeybedîn ku ew bi xwe jî xelkê Siweydayê ye, li ser hesabê xwe yê Facebookê agahî parve kirin.
Şahidên komkujiyên tîrmehê bi endamên komîteyê re civiyan
Şeybedîn diyar kir ku wî li nivîsgeha xwe ya li bajarê Siweydayê, hevdîtin bi 2 lêkolînerên navneteweyî re kir.
Eymen da zanîn ku komîte ji beşên sûcan, belgekirin, siyasî û leşkerî pêk tê û wiha axivî: "Mîsyona komîteyê bi demek diyarkirî ve nehatiye sînordarkirin. Heya ku astengî li pêşiya wê neyên derxistin, Komîte dê serdanên xwe bidomîne."
Komîteya lêkolînan dê di 2026`an de rapora xwe belav bike
Li gorî Şeybedîn, rapora komîteyê dê Çileya 2026’an derkeve.
Demek berê hikumeta veguhêz bi hinceta ku rewş ne ewle ye, rê neda komîte derbasî Siweydayê bibe û ew li ser rêya Şam-Siweydayê sekinandibû.
Di meha tîrmehê ya derbasbûyî de, komên çekdar ên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê êrîşeke berfireh li dijî pêkhateya Durzî li Siweyda û derdora wê dabûn destpêkirin, di encama wê êrîşê de bi hezaran şêniyên Siweydayê hatibûn kuştin û birîndarkirin.