Îlham Ehmed piştgirî da meşa TJA ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan

Hevseroka Gerînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Îlham Ehmed ji bo meşa TJA’yê peyameke bi dîmen şand.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îlham Ehmed diyar kir ku ev gavên ku jin diavêjin, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd e, her wiha ji bo demokrasiyê û demokratîkbûna Tirkiyê ye.

Di berdewamiya peyama xwe de, Îlham Ehmed da zanîn ku ew jî dengê xwe tevlî dengê wan dikin û di her gavê de li kêleka wan dimeşin.

Tevgera Jinên Azad (TJA) bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji Amedê ber bi Enqereyê ve bi dirûşmeya “Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin” meş dabû destpêkirin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24