Beriya 11 salan îro mirovahî cardin bû şahide rûreşiyekî mezin. Li hember gele Êzîdî êrîşeke ji holê rakirinê ya DAÎŞ’ê destpêkir.
Di encama van êrîşan de bi hezaran kes hatin kuştin û bi hezaran jin û zarok hatin revandin. Li ser navê Îslamê nirxên îslamê hatin binpêkirin û mirovahî li ser ekranên xwe vê yekê temaşekir.
Sedsala 20’an bi komkujî û dijderketina van qatlîaman re derbas bû. Hêvî ew bû ku di sedsala 21’emîn de ev kirinên der mirovahî ji holê rabin. Lê şer li Rojhilata Navîn tim hincetek ji xwe re peyda kir.
Vê carê dora DAÎŞ’ê bû. Li ser navê Îslamê ji bo desthilatdariya xwe ava bike ketibû nav Rojhilata Navîn û civak dabû ber xwe.
Li hember hemû rengên vê erdnîgariyê dijmin bû. Dema dîrok 3’ê Tebaxa 2014’an nîşan dida berê xwe dan Şengala pîroz.
PDK reviya û gelê Şengalê di nav lepê Daîş'ê de hişt
Hezên PDK, yên ku bi parastina Şengalê berpirsiyar bûn, dewsa ku li hember van êrîşan gele Êzîdî biparêzin hemû çek û amûrên ku karibin rakin girtin û reviyan. Arteşa Iraqê jî heman tişt kir.
Di encama vî revî de çeteyên DAÎŞ’ê li hember civaka Êzîdî komkujiyek pêk anî. Li gor danayên fermî ji 5 hezaran zêdetir kes hate kuştin û zêdetirî 6 hezar jin û zarok hatin revandin.
Bi hezaran jin di bazaran de wek mal hatin firotin. Gelek ji wan hê jî di destê DAÎŞ’ê de dîlgirtine.
Tevî ku di ser komkujiyê re 11 sal derbasbûn hê jî akûbeta 2 hezar jin û zarokên Êzîdî nayê zanîn.
Li hember vê komkujiyê ji roja yekem ve Tevgera Azadiya Kurdistanê bêdeng nema. PKK dema êrîşên li ser civaka Êzîdî dît bi awayeke yekser ket tevgerê di roja yekem a êrîşê de li hember êrîşan sekînin û bi hejmarek pir biçûk ji bo hezaran kesî bûn mertal. Îro jî ew koma biçûk ji aliyê gelê Şengalê ve wek 12 siwariyên hemdem tên naskirin.
YPG ûYPJ xwe gihandin hawara Êzîdiyan
Bi bihîstina komkujiyê re, tevî ku cîhanê çavê xwe girtibû, hêzên Kurd di nav hewldana xwe gihandina gelê Êzîdî de bûn.
Hêzên YPJ û YPG tevî derfetên xwe yê kêm korîdorek mirovahiyê ji Rojava ber bi Şengalê vekirin û bi hezaran Êzîdîyên ku stara xwe li çiyayan dîtibûn, tî û birçî ji mirinê direviyan rizgarkirin.
Bi vekirina korîdorê re komkujî heya astekê hatibû sekinandin lê ji bo şikandina DAÎŞ’ê ne bes bû.
Hêzên gerilayên PKK jî bi daxuyaniyekê re ragihandin ku parastina hemû civaka Kurd erka wan e û ji bo parastina Êzdîxanê hêzên xwe şandin Şengalê.
Di encamê van têkoşîn û berxwadanan de gelê Êzîdî jî parastina xwe ya cewherî girt ser milê xwe û hêzên YBŞ û YJŞ ava kir. Di Adara 2015’an de DAÎŞ têk çû û Şengal bi temamî ji DAÎŞ’ê hat rizgarkirin.
Jinên Êzîdî xwe rêxistin kirin
Piştî 11 salan hê jî gelê Şengalê ji bo karibe parastin û hebûna xwe ji destê hezên desthilatdar yên wekî PDK û Desthilata Iraqê rizgar bike têkoşîn dide.
Ji bo cardin bi heman rewşî re rû bi rû neyin rêveberiya xwe avakirin. Jinên Êzîdî di bin sîwana TAJÊ de xwe rêxistin kirin û niha birînên xwe dikewînin…
Roja me ya îro de jî operasyonên lêgerînê dewam dikin. Heya niha 93 gorên komî li Şengal û gundewarên wê hatin dîtin. Li gor daneyan sêwiyên ku dê û bavê xwe her dû yan jî winda kirine 2 hezar û 745 kesan derbas dike.